Di derheqa garantîkirina lênêrînê de enformasyon ji bo nexweşan (Vårdgaranti på nordturkiska)

Ji 1ê meha yekê ya 2007an û pê de ji bo rûniştevanên li wîlayeta Stockholmê belgeyeke xweser ya garantîkirina lênêrînê derbas dibe. Garantîkirina lênêrînê tête maneya ku tu di nav sê mehan de, ji tarîxa ku doktor biryar daye ka ji te re çi cure lênêrînek pêdivî ye, bêyî tedawî kirin.

Ev e garantîkirina lênêrînê

Garantîkirina lênêrînê ji bo hemû lênêrînên plankirî, ku ji ber sedemên tibbî hewce ne, derbas dibin. Lênêrîna ’acîl, her weke berê, di zûtirîn wext de tête pêşkêş kirin.

Garantîkirina lênêrînê, serdanê û tedawîyê di demeke dîyarkirî de garantî dike.
Ji bo dezgehên lênêr timî ne mumkin e ku di sînorên wextê gotî de bi karê xwe rabin.
Ji ber vê yekê, garantîya dayî, dikare bête maneya ku pêşniyar bikin ku tu biçî ba dezgeheke din ya lênêr. Wextê ji bo lêkolînê, bo nimûne rontgen kişandin, nakeve ber garantîkirina lênêrînê.

Gelo pirsên te hene?

Eger pirseke te hebe û tu tiştekî meraq bikî, dikarî têlefonî Nivîsgeha Garantîkirina Lênêrînê (Vårdgarantikansliet) bikî: Têl: 08-123 134 00. Eger garantîkirina lênêrînê fayde nekir, tu dikarî her ji vî cihî re têlefon bikî.

Mirov dikare kurtebira garantîkirina lênêrînê bi van jimareyan bîne ziman: 0-5-30-90

0 - Her heman roja ku tu serî lê didî, divê tu bikaribî bi Navenda Lênêrîna Nexweşan (Vårdcentralen) yan jî bi Rêberîya Lênêrîna Nexweşan (Vårdguiden) re peywendîyê daynî ku têlefona wan 08-320 100 e (şêwirdarîya lênêrîna nexweşan –sjukvårdsrådgivning- hilbijêre).

5 - Eger hewceyîya te bi dîtina doktorekî li Muayenexaneya Doktorên Malbatan (Husläkarmottagningen) hebe, divê tu di nav 5 rojan de pêk bînî.

30 - Eger hewceyîya te bi dîtina doktorekî pispor hebe, divê tu di nav 30 rojan de wî bibînî.

90 - Eger doktorê ji lênêrîna pisporan bigihêje wê bawerîyê ku divê tu li ba wan tedawî bibî, divê di zûtirîn wext de, lê herî dereng 90 roj piştî biryarê, tedawî dest pê bike.

Garantîkirina lênêrînê ya ji bo serdana li ba lênêrîna pisporan

Tu dema ku li navenda lênêrînê serdana doktorê xwe yê malbatê dikî, eger ew bigihêje wê bawerîyê ku divê tu serî li lênêrîna pisporan bidî, hingê ew ji te re hewaleyekê dinivîse û dişîne. Dema garantîkirina lênêrînê ji tarîxa hewalekirinê dest pê dike. Tu bi xwe jî dikarî peywendîyê bi doktorekî pispor re daynî. Hingê dema garantîkirina lênêrînê ji tarîxa peywendîyê dest pê dike. Bi dû re, divê ji te re di nav 30 rojan de wextek ji bo serdana te bi gazînameyekê bête şandin.

Belgeya garantîkirina lênêrînê (vårdsgarantisedeln) li destê rastê ye. Wê belgeyê bi xwe re bibe ba doktorê malbatê û herweha ba doktorê ku tu jê re hatîyî hewale kirin. Tu dema ku serdana doktorê xwe dikî, dikarî ji doktor tika bikî ku ew binê xalên garantîkirina serdanê (besöksgaranti) û garantîkirina tedawîyê (bahandlingsgaranti) dagire. Belgeya garantîkirina lênêrînê qenc biparêze. Eger di 30 rojan de ji bo serdana li ba lênêrîna pisporan gazî te nekirin yan jî di 90 rojan de dest bi tedawîyê nekirin, divê tu hingê têlefonî Nivîsgeha Garantîkirina Lênêrînê ya wîlayeta Stockholmê bikî da ku ew alîkarîya te bikin. Têlefona wan: 08-123 134 00, rojên kar saet di navbera 8.00 – 15.00an de.

Garantîkirina lênêrînê ya gava ku biryar hatibe wergirtin

Eger doktorê pispor bigihêje wê bawerîyê ku divê tu tedawî bibî, divê herî dereng 90 roj piştî biryara doktor, tedawî dest pê bike. Doktor dikare biryarê û tarîxê di belgeya te ye garantîkirina lênêrînê de binivîse.

Eger tedawîya te herî dereng di 90 rojan de dest pê neke û tu bixwazî garantîkirina lênêrînê bi kar bînî, divê tu ji Nivîsgeha Garantîkirina Lênêrînê (Vårdgarantikansliet) ya wîlayeta Stockholmê re têlefon bikî da ku ew alîkarîya te bikin. Têlefona wan: 08-123 134 00, rojên kar saet di navbera 8.00 – 15.00an de.

Artikeln uppdaterad: 2008-08-12
Ansvarig redaktör: Anna Bendt, Vårdguiden

0 av 0 läsare (0%) har svarat att de har haft nytta av informationen
Hade du nytta av informationen? Ja Nej
Ja Nej

Tack för ditt svar!

Eventuell kommentar: (Max 600 tecken)

Information till dig som skickar kommentar

  • Observera att du inte kommer att få något svar på dina synpunkter.
  • Dina kommentarer kommer endast att läsas av Vårdguidens webbredaktion.
  • Ring 08-320 100 om du har medicinska frågor.
Dela med andra
Skriv ut
EPiTrace logger