Garantiyalênêrînê (Vårdgaranti) (Om vårdgarantin på nordkurdiska)
Garantiyalênêrînê ji bona ku tu di demeke minasib de pêwendiyê bi lênêrînê re bikî û lênêrîna ku tu bi hewceyî bistînî. Hemû lênêrîna pîlankirî ku doktor li ser biryar daye dikeve ber garantiyalênêrînê. Lênêrîna ku acîl be yekser didin te.
Garantiyalênêrînê tê maneye ku tu dikarî cîhê lênêrîna xwe biguhêrî heger lênêrînerê te yê niha nikaribin di demeke diyarkirî de ji bo serdanê û tedawiyê wext bidin te.Tu dikarî zêdetir li ser bê kîjan demên diyarkirî ji bo garantiyalênêrînê hene li xwarê bixwînî. Lêkolînên wek filîm kişandinê nakevin ber garantiyalênêrînê.
Ji 1-ê temûza 2010 û pêş de garantiyalênêrînê di qanûna Tenduristî- û Lênêrîna nexweşan de nivîsandiye.
Garantiyalênêrînê li meclisa wîlayeta Stockholmê
Hemû wextên li xwarê demên herî zêde ne. Di demên acîl û bi lez de yekser alîkariya te dikin.
Pêwendî di eynî rojê de
Divê di eynî roja ku tu bi hewceyî alîkariyê yî bikaribî bi navendalênêrînê re yan jî bi Rêbera lênêrînê re, telîfon 08-320 100 pêwendî bikî.
Di nav 5 rojan de serdana doktorê malê
Heger tu bihewce bî ku doktorekî navendalênêrînê bibînî divê di nav 5 rojan de tu bikaribî bibînî.
Di nav 30 rojan de serdana doktorê pispor
Ji roja ku doktorê te biryara hewalekirina te daye yan jî te bixwe hewale dabe wan divê di nav 30 rojan de tu bikaribî serdana lênêrîna taybet bikî.
Di nav 90 rojan de tedawî
Heger li gor dîtina doktorê pispor tedawî ji te re hewce be, divê bi qasî ku mimkun be zû bê destpêkirin - herî dereng 90 rojan paş biryara tedawiyê.
Pirs li ser garantiyalênîrînê
Pirsên te li ser garantiyalênêrînê hebin telîfonî Rêberalênêrînê bike, tel: 08 – 320 100.
Heger lênêrîna taybet di nav 30 rojan de banî te nekir yan jî di nav 90 rojan de tedawiya ku tu bihewce ye nedan te, divê tu ewil pêwendiyê bi doktorê ku tu hewale kiriye re bikî û paşê bi Sekreteriya garantiyalênêrînê re bikî. Wezîfeye Sekreteriya garantiyalênêrînê ew e ku ji bo pêwîstiyên te yên lênêrînê bên cîh alîkariya te bike. Telîfonî Sekreteriya garantiyalênêrînê bike, tel: 08-123 134 00.
Alîkarî ji bo ku bê bîra te
Lîsteya garantiyalênêrînê Vårdgarantisedeln (se pdf i länklistan) -(di lîsteya lînkan de li pdf binêr) ji bo ku tişt bên bîra te lîsteyek e. Tu dikarî wê lîsteyê derxînî ser kaxezê û bixwe re bibî cem doktorê xwe yê malê û doktorê ku tu hewaleyî cem wî bûyi jî. Ji herdû doktoran bixwaz ku bin xalên Garantiyaserlêdanê (Besöksgaranti) û ya Garantiyatedawiyê (Behandlingsgaranti) di lîsteya te ya garantiyalênêrînê de dagirin.
Dîtin û gilî û gazinên te
Heger dîtin û îhtirazên te li ser lênêrînê hebin tu dikarî wana ewil ji cîhê ku tu tedawî kiriye re bibêjî. Tu dikarî miracaetî Komîsyona nexweşan jî bikî, tel: 08-690 67 00.
Artikeln uppdaterad: 2011-12-02
Ansvarig redaktör: Kerstin Otterstål, Vårdguiden
Författare: Anna Hammarström, webbredaktör, Vårdguiden
Granskare: Eva Lestner, handläggare, Hälso- och sjukvårdsförvaltningen, avdelningen för somatisk specialistvård
Bli först med att tycka till om informationen!
1 av 3 läsare (33%) har svarat att de har haft nytta av informationen
Skriv ut