Kesên ku li wîlayeta Stockholmê dijîn bi piranî dikarin bixwe hilbijêrin bê li cem kîjan lênerînerî lênêrînê dixwazin. Azadiyahilbijartinê hem ji bo lênêrîna ku di bin destê îdareye meclisa wîlayetê de û hem jî lênêrîna şexsî ku bi pereyên giştî tê birêvebirin derbas dibe. Bi saya azadiyahilbijartinê tu dikarî cîhekî lênêrînê ku li gora pêwîstiyên te bixwe be hilbijêrî.
Ezê çawa hilbijêrim?
Ji bona ku tu navendalênêrînê/miayenexaneya doktorê malê û navendalênêrîna zarokan ji xwe re hilbijêrî riya hesantir ewe ku tu di înternetê de bi riya Rêberalênêrînê (Vårdguidens e-tjänst Mina vårdkontakter) bikî. Tu dikarî blanketan ji Rêberalênêrînê li jêr sernivîsên (Välja vårdcentral û Välja barnavårdscentral) jî daxînî. Tu dikarî telîfonî Rêberalênêrînê jî bikî, bi tel: 08-320 100 û blanketekê bixwazî yan jî blanketeke hilbijartinê dadigirî hilbijartina xwe dikî û ji miayenexaneyê re dişînî yan jî bixwe dibî didî wan.
Lênêrînhilbijartin Stockholm
Lênêrînhilbijartin Stockholm mohreke kalîteyê ye, nîşan dide ku wê miayenexaneyê şertên ku ji wan tê xwestin anîne cîh. Ew dike ku lênêrîn zêdetir hevqîmet bibe ji bo ku divê hin şertên ku tên xwestin bînin cîh, heta ku ew wek beşek ji lênêrînhilbijartin Stockholm bên hesibandin.
Lênêrînhilbijartin Stockholm her ku diçe firehtir dibe û di pêşerojê de tuyê bikaribî ji îro zêdetir cûreyên lênêrînê hilbijêrî. Li ser cîhên lênêrînê ku dikevin nav lênêrînhilbijartin Stockholm bixwîn.
Hilbijartin
Ji bona ku hilbijartina navendalênêrînê/miayenexaneya doktorê malê hêsantir bibe tu dikarî miayenexaneyên cuda bihevre miqayese bikî. Tu dikarî wan li ber hev xînî bê çiqas wext diçe heta ku ew bersiva telîfonê didin û bê miameleyek çawa bi nexweşên din re kirine.
Garantiyalênêrînê tê maneye ku tu dikarî cîhê lênêrîna xwe biguhêrî heger lênêrînerê te yê niha nikaribin di demeke diyarkirî de ji bo serdan û tedawiyê wext bidin te.
Navendalênêrînê/miayenexaneya doktorê malê
Li navendalênêrînê/miayenexaneya doktorê malê ji bo piraniya nexweşî û nerihetiyên te, dikarin te miayene û tedawî bikin. Heger tu ne rihet bî yan jî bi hewceyî şîretan bî divê ewil tu herî cem doktorê malê.
Tu bixwazî tu dikarî doktorekî malê ji xwe re hilbijêrî lê tu ne mecbûrî ku hilbijartinek aktîf bikî ji bona ku tu lênêrînê ji navendalênêrînê/doktorê malê bistînî. Tu kîjan navendalênêrînê/ miayenexaneya doktorê malê dixwazî tu dikarî wê hilbijêrî û wextê ku tu çû wir xwe lê qeyd bikî. Tu çi wextî bixwazî tu dikarî doktorê malê jî û miayenexaneyê jî biguherî.
Heger tu dizanî bê tu dixwazî kê hilbijêrî tu têkilî bi wê miayenexaneya ku ew doktor lê kar dike re datînî. Lê dibe ku mecalê ew doktorê ku tu dixwazî tunebin û ew nikaribe nexweşên nû qebûl bike. Wê demê tu dikarî navê xwe di lîsteya dorê de binivîsî.
Doktorê pispor û nexweşxane
Heger lênêrîna teybet ji te re lazim be doktorê te, te hewaleyî doktorekî pispor dike. Doktorê malê biryar dide bê çi şikil lênêrîn ji te re lazim e, lê tu bixwe dikarî hilbijêrî bê tu dixwazî hewaleyê bişîne kîjan miayenexaneyê û cem kîjan doktorê pispor. Wek mîsal tu dikarî doktorê ku lîsteya dora wî kurt, yekî ku metodek tedawiya teybet bikar tîne, yan jî yekî ku nêzîkî mal yan jî karê te be hilbijêrî.
Di hinek rewşan de, wek mîsal ku ji emelyatê re dor hebe tu dikarî dora li çend miayenexaneyan li ber hev xînî.
Ji bona ku mirov bikaribe here cem doktorê pispor hewale ne şert e, lê ku tu bi hewaleyê çû cem doktorekî pispor, dibe ku dema payînê ji bo te kurt bibe ji ber ku ew hêsantir dikare biryarê li ser lênêrîna te bide. Heger hewaleya te hebe serdana te ya ewil li cem doktorê pispor erzantir jî dibe.
Azadiya hilbijartina nexweşxaneyê hem ji bo dema ku tuyê bê razandin û hem jî ji bo dema ku tu li nexweşxaneyê serdana klînîkê/miayenexaneyê bikî derbas dibe.
Lênêrîna tenduristiya dayikan û welidandin.
Dema ku tu bihemil bî tu dikarî miayenexaneya lênêrîna tenduristiya dayikan, miayenexaneya bi ultrasyonê û klînîka welidandinê hilbijêrî.
Tu dikarî miayenexaneya lênêrîna tenduristiya dayikan hilbijêrî lê divê mecalê wê miayenexaneyê hebin ku karibin te qebûl bikin.
Heger klînîka welidandinê ku te hilbijartiye nikaribe dema ku tê zarokê bîne te qebûl bike, wek mîsal ji ber ku cî tune, wê çaxê ew ji bo ku tu here klînîkeke din ya welidandinê alîkariya te dikin.
Lênêrîna tenduristiya zarokan
Ji bona ku tu pêşdeçûna zaroka xwe kontrol bikî û bizanibî bê zarok rihet e, tu serdana navendalênêrîna zarokan dikî. Heger zaroka te nexweş be tê bibî navendalênêrînê/ miayenexaneya doktorê malê – ne navendalênêrîna zarokan. Tu kîjan navendalênêrîna zarokan dixwazî tu dikarî wê hilbijêrî lê bi şertê ku mecalê wan hebe ku bikaribin pêşwaziya zaroka te bikin.
Lênêrîna nexweşiyên kalûpîriyê (gerîyatrîk)
Klînîkên gerîyatrîk ji nêzîk ve bi navendênlênêrînê/miayenexaneyên doktorê malê û nexweşxaneyên acîl re tevkariyê dikin. Doktorên li van cîhên lênêrînê ji bo lênêrîna nexweşiyên kalûpîriyê hewale dişînin klînîkên gerîyatrîk yên ku nêzîkî mala te bin.
Klînîka gerîyatrîk ku nêzîkî te ye hewaleyê di nirxîne û heger qebûl bike ku lênêrîna ji te re pêwîst gerîyatrîk be êdî li wîlayetê li kîjan klînîka gerîyatrîk tu lênêrînê bixwazî tu dikarî wê hilbijêrî.
Jîmnastîka nexweşan
Heger tu bi hewceyî jîmnastîka nexweşan bî tu dikarî bê hewale yekser têkilî bi jîmnastekî nexweşan re deynî. Tu bixwe jîmnastênexweşan ji xwe re hildibjêr.
Lênêrîna psîkîyatrîk
Mala te li kûderê be jî tu li wê wîlayetê kîjan miayenexaneya psîkîyatrî bixwazî tu dikarî wê hilbijêrî. Lê ji bo hinek ji miayenexaneyan hewale ji te re lazim e. Tu dikarî bixwe telîfonî miayenexaneyê bikî û bipirsî bê ma ji bona ku tu herî wir hewale pêwîst yan na.
Azadiya hilbijartinê ji bo hemû cûreyên lênêrîna psîkîyatrî ye, hem psîkîyatriya salmezinan û hem jî psîkîyatriya zarok û cwanan, lênêrîna tiryaqîbûnê û lênêrîna têkçûna heza xwarinê. Heger tu bixwazî tu dikarî miayenexaneyê jî biguhêrî.
Nexweşekî ku bi zorê tê lênêrîn jî ku bixwaze dikare hilbijêre bê ew dixwaze li kûderê lênêrînê bistîne. Lê di hinek rewşan de doktor dikare ci guhertinê qebûl neke, dikare ji ber sebebên emnî be yan jî heger lênêrîna ku didin nexweş acîl be.
Lênêrîna diranan
Azadiyahilbijartinê ji bo lênêrîna diranan jî derbas dibe, hem ji bo zarokan û ji bo mezinan jî. Tu dikarî bixwe doktorê diranan û paqijkerê diranan ji xwe re hilbijêrî. Eva ji bo hema hema hemû lênêrîna diranan ku ji aliyê meclisa wîlayetê ve tê fînanse kirin çê dibe.
Lênêrîn li meclisa wîlayetek din
Wek rûniştvanê meclisa wîlayeta Stockholmê mafê te heye ku lênêrînê li wîlayetek din hilbijêrî. Eva ji bo lênêrîna ku bi wîlayetên din re peyman li ser hatiye çêkirin derbas dibe. Emeliyatên kosmetîk, emeliyatên ji bo nêzîkbîniyê û hin cûreyên aşîkirinê li wîlayeta Stockholmê ji aliyê meclisa wîlayetê ve nayên fînanse kirin, wê çaxê azadiya hilbijartinê ji bo meclisa wîlayetên din derbas nabe. Ji bo lênêrîna piştî emelîyatê û rehabîlîtekirinê qaîdeyên taybet derbas dibin. Li ser vê bi doktorê xwe re biaxiv.
Norrtälje
Sala 2010 belediya Norrtälje, komîsyona tenduristî- lênêrînanexweşan û guhpêdanê lênêrînhilbijartinek taybet da dest pê kirin ku mecal dida rûniştvanên belediya Norrtälje ku di devera xwe de di van çar beşan de miayenexaneyan ji xwe re hilbijêrin: Fealiyeta doktorên malê (Vårdcentral), Navenda lênêrîna zarokan (BVC), Logopedî (pisporê ziman û deng) û lênêrîna nexweşiyên lingan. Ev mecalê hilbijartinê ji bona rûniştvanên wîlayetê yên li derî navendê diman jî re hebû.
Pirs, dîtin yan jî gilî û gazin
Heger pirsên te li ser tenduristî-û lênêrîna nexweşiyan hebin yan jî ji bo ku bizanibî bê miracaetî kûderê bikî tu dikarî telîfonî Rêberalênêrînê bi tel: 08-320 100 bikî. Ewê ku bersiv bidin dikarin bêjin te bê navê te li kîjan navenda lênêrînê di lîstê de ye jî.
Tu dikarî bi şev û roj di înternetê de ji hemşîreyekê jî bipirsî. Tu dikevî malpera Rêberalênêrînê (Vårdguidens e-tjänst Mina vårdkontakter) û di nav saetekê de ji xwe re bersivekê distînî.
Heger dema ku tu ji xwe re li lênêrînê digerî pirsgirêk derkevin berî herkesî ji cîhê ku ewil lênêrîn daye te bipirs. Paşê tu dikarî ji şefê wê xebatê re bibêjî. Tu dikarî ji komîsyona nexweşan re jî bibêjî.